you can login to your account or register with kal

Ji birakujiya canî ber bi birakujiya zimanî ve

Cemal Nebez, Berlîn, 06/06/2008

Min hez nedikir ez di vî wextî de bêm nav vê meydanê, çimkî destên min bi hinek babetên din ve girtî ne, lê çare nîne? Kurdan gotiye: »Şer e û pistuyê te digire, heger nekî, xudê te digire«. Vî şerî jî ne bes pistuyê min ku bi salan mijûlî zimanvaniya kurdî bûm girtiye, lê belê pistuyê neteweyekî girtiye. Her wekî ev kurd e ji her tiştî timam bûye û ji bêkariyê bêzar bûye û wî şer pê ji betaliyê çêtir be û ji ber vê ketiye nav şerê qoçanê yê zaravayên »soranî û behdînî«. Ev şer jî bi rêya 53 kesan ve hat hilkirin ku bi dîtina wan peydabûna zimanekê dîwanî »resmî«, divêt li gor xwesteka wan û bi darê zorê yê serkirdeyên çend hizbên başûr be û di nav wan de »Yekgirtûy Îslamî« ku alîgirên wê çi rojekê hizra xizmeta zimanê kurdî nekiriye û ew li şûna rojbaş dibêjin »selam« ku ji »şalom«a îbrî hatiye, ew nabêjin jî silaw/v ku peyveka resen ya kurdî ye û li gel »salutare« latînî û »salute« ingilîzî û »salut«a fransî hevreh in.

Bi rastî cihê dax û xemê ye ku em dibînin di nav wan 53 wajolêderan de, kesine dilsoz û dil û derûn pak jî di nav de ne. Ew di xwazin bi hawarbirinê bo ber desthilata hizban zimanekê nivîsînê ku hêj nebûye standard, bi ser neteweyê kurd de bisepînin. Vî helwêstî weha li hinek hizb û komeleyên ser bi bakûrê Kurdistanê jî wekî KNK-ê û Enstîtuya Kurdî li Berlînî kir ku ew jî sîngê xwe derxînin û berhingar bibin û ew jî bi vê agirê nakokiyê xweştir bikin û çavê dijminên neteweyê kurd pê geş bikin û dilê reşûrûtê kurdî pê reş bikin, her ji bo hindê da tebil û zirnaya »dustandardiya zimanê kurdî« bêt arandin.

Evca ji ber ku ez bi xwe hest bi xetereka mezin dikim û ji aliyê gelek hevbîr û dost û niyasan ve jî ji min hat xwestin ku ez bîrûrayên xwe di vî warî de diyar bikim, weha neçar im dengî ji xwe bînim.

Ez dixwazim berî her tiştî bibêjim ku ev çend rêzên di vê nivîsê de cî girtine ne hema gotinên min yên evro ne, lê belê ew axiftinên berî 52 salan in û ew di berhevoka »Xwêndewarî be zimanî kurdî« de ku min di sala 1956-ê de li Kerkûkê nivîsiye û di sala 1957-ê de li Bexdayê hatibû çapkirin hatine behis kirin.

Min li wê derê û bi rex wan astengên dikevin di rêya xwendina bi zimanê kurdî de, pirsgirêka nebûna zimanekê yekgirtî berçav kiriye û min pêşniyar kiriye ku korekê zanyarî - zimanvanî »akademiya zimanvanî« ji bo rêberîkirinê di çareseriya vê arêşeyê de bêt damezrandin.

Ew berhevok piştî sih salan, wate di sala 1987-ê de li Swêdê careka din hat ve çap kirin û ji bo cara sêyê, piştî pêncih salan, wate di sala 2007-ê de li Nerwêjê hat ve amadekirin û ew di malperên »Kongreya Nîştîmanî ya Kurdistanê« û »Kurdbûn« û heftenameya »Mîdya« û »Pertok« de heye û her kesê bixwaze dikare ji wan malperan dabigire û jê çap bike.

Min ji bilî vê jî di sala 1974-ê de û bi navê »Zimanî yekgirtûy kurdî« behsekê zimanvanî li Elmanyayê di nav weşanên «NUKSE« yê »Yekêtîy Neteweyî Xwêdnkaranî kurd li Ewropayê« çap kir. Ev wekî beşdarbûneka pêşengbar bû ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, berûvajî wan ewropayiyên mijûlî zimanê kurdî bûn û wan ji nezanînê zimanê kurdî bi ser du zaravayên kurmanciya bakûr û ya başûr dabeş kiribû. Çimkî ew zaravayên goranî - kirmancikî »zazakî« û lekî û lurî bi kurdî nas nakin. Min zimanê kurdî bi ser du zaravayên serekî ve dabeş kiriye: kurmanciya bakûr û kurmanciya navîn »naverast« û du zaravayên bertenişt: kurmanciya başûr û goranî - kirmancikî »zazakî«. Ev dabeşkirin li ser esasê çalakî û berferehiya nivîsînê bû bi wan zaravayan, neku ji ber giringiya zaravayên serekî yan ne giringiya wan zaravayan bû ku bi navê bertenişt hatibûn li qelem dan, her zarava û devokekê giringiya xwe heye û beşek e ji zimanê kurdî.

Min di sala 1975-ê de nivîsarek bi zimanê elmanî di bin navê »Die Schriftsprache der Kurden - zimanê nivîsînên kurdan» di ensiklopediya îranvaniyê de ku bi navê Iranica Acta navdar e (hej. 2, rûp. 97-122) belav kir. Min di wan herdu berhemên dawiyê de egerên peydabûna zaravayan di zimanî de û bi taybetî di zimanê kurdî de berçav kirin. Min tê de hevberkirinek di warê morfolojî û dengnasî û rêziman û peyivnasî û rênivîsê de di navbera herdu zaravayên serekî de kir. Min herweha gelek pêşniyar ji bo jêknêzîkkirina herdu zaravayên serekî û sûdwergirtinê ji hevûdu û guncandina wan li gel wan zaravayên bertenişta wan berçav kirin. Min herweha di nivîsareka di bin navê »Kurd û kêşey ziman« de ku di hejmara 38-ê ya kovara »Kongre«yê di meha hezîrana 2006-ê de û di hejmara 244-ê ya heftenameya Mîdyayê di 13/6 2006-ê de belavkirî hinek pêşniyarên din jî ji bo nêzîkkirina zaravayan berçav kirin. Wek mînak: jêkcidakirina zayendên nêr û mê bi destnîşankirina wan bi tenê di demê ku wan jêkcidakirinê bihayekê rêzimanî hebe. Neku mêz, ber, dar bi mê yan nêr bihên hisêb kirin ku wê jêkcidakirinê bihayekê rêzimanî nîne. Herweha dev berdan ji pêvekên nepêdivî, ev jî wek sebebekî ji bo hêsakirina zimanî.

Ya ku ez pê agahdar im ew e ku ji wî serdemî û heta evro, berhemekê weha yê zansitî ku tiştekê nû xistibe ser wan karên jorîn nehatiye kirin. Herçend e ev 17 sal in hevde salên rebeq in li devereka pan û berfereh ya başûrê Kurdistanê derfeteka gelek baş hatiye pêş bo kirina vî karî. Bê guman heger wan di van hevde salan de bi şerê »birakujiyê« û sozên ne rast û piştguhhavêtina çarenivîsa xelkê Kurdistanê û hizbhizbîna malwêranker nebirba serî û wan awirek daba ser ziman û ferhenga kurdî û ji aliyê mirovên di zimanvaniyê de bispor hewla jêknêzîkkirina zaravayên zimanê kurdî bidaya, sîstema xwendina kurdiyê ji gupîtkê ve bi sîstemeka perwerdeya serdem hatibaya guhortin, da evro îmkana behiskirina zimanekê standard bo zimanê kurdî heba û wê gavê dikaribû daxwaza piştgîriyê ji karbidestan bihata kirin, neku ew şêwenivîsîneka taybetî bi ser xelkî de bisepînin. Aşkera ye jî ku ew hemî yên heta niha li ser vî babetî axiftine, zimanê nivîsînê û zimanê standard bi yek tiştî dizanin. Ev jî nezanîna wan berçav dike. Rast e hinek caran zimanê nivîsînê û zimanê standard yek tişt in, lê ev nahêt wê manayê ku her gelekê zimanê nivîsînê heye zimanê standard jî heye. Wek mînak: Faris û trikan zimanê xwe yê standard nîne. Farisan bêtir ji hezar salan e zimanê xwe yê nivîsînê heye lê farisî ne zimanê wan yê standard e (farisiya îranî û farisiya deryî ya evxanî û farisiya tacîkî sê zimanên nivîsînê ne), tirkan heft heşt zimanên xwe yên nivîsînê hene (tirkiya stenbolî û şeş zimanên nivîsîna tirkên Sovyeta kevin û zimanekê nivîsîna tirkên Îranê).

Hêjayî gotinê ye kurdan jî wek faris û trikan zimanê standard nîne, lê wan du core zimanên nivîsînê hene. Ew ya ku hinek bi »Cotstandard« bi nav dikin ne rast e û ev ji nezanîn yan ji neberpirsiyariyê têt. Çimkî çi zaravayeka kurdî hêj nebûye standard. Ne ev yê ku li beşekê başûr û rojhilata Kurdistanê pê dihêt nivîsîn û bi şaşî bi »soranî« dihêt bi nav kirin û car jê bi »kurdiya petî« û ne jî ew yê li ser bingehê zaravaya Cizîr û Botanê ye û beşekê kurdên bakûr û rojava û Sovyeta kevin û Behdînan û Mûsilê pê dinivîsin û bi şaşî bi behdînî bi nav dikin, çi ji van ne standard in. Zimanê standard bi wî zimanî têt gotin yê ku çi di warê rêziman û çi di warê dengnasî û çi di warê hevoksazî û çi di warê peyivsazî û çi di warê rênivîsê de şêweyekê qalibdariştî wergirtibe û ne yê destkarî û her kes li gor xwe be, ku bi wî zimanî jî hat nivîsandin her bi wî şêweyî bihêt nivîsandin. Ev jî di zimanên nivîsîna erebî û ingilîzî û elmanî û gelek zimanên din de dihêt dîtin û ji her aliyekî ve jî pêgirî pê dihêt kirin. Xwe heger guhortinkarî jî bi pêdivî hatin zanîn ew di rêya akademiyên zimanvaniyê ve tên kirin û ew jî piştî vekolîneka domdirêj û kûr, neku bi biryara hizban.

Ew hizbên bi fermaneka »pşayane« ew »Korî Zanyarî Kurdistan« setimand û bi fîftî fîftiya Partî û Yekîtiyê barê xwe bi ser herdu rexan ve kir. Xwiya ye ev taybetmendiyên zimanê standard yên ku hatin behiskirin, di herdu zaravayên kurdî de ku bûne zimanê nivîsîn û belavkirinê nînin. Her ji bo nimûne werin û berê xwe bidin wan rojname û çapkiriyên ku bi wê zaravaya ku dibêjinê »soranî« dihên nivîsandin. Yek dinivîse »deçim« yê din dinivîse »eçim«, yek dinivîse »beserya kewtim« yê din dinivîse »beserîda kewtim«. Yek dinivîse »zerenger« yê din dinivîse »zêrrînger«. Yek dinivîse »wergêrrdraw« yê dî dinivîse »wergêrrraw«. Yek dinivîse »deden« yê din dinivîse »eyen«. Ev di zaravaya bakûr de jî ku bi »behdînî« hatiye navkirin ji »soraniyê« xerabtir e. Nepêgirîkirin bi rênivîseka li bar û cihgirtî derdekê din e û ji her kesî re aşkera ye. Êdî çi zimanê standard?

Evca zimanê standard bi xwe û di rewşeka navxweyî (kulturî, ayînî, bazirganî, ramyarî … htd.) durist dibe. Hinek caran zaravayek ji aliyê desthilatdarên dewletekê ve têt kirin bi zimanê dîwanî û carna weha jî bûye ew ji aliyê zana û nivîskar û hozanvan û hunerweran ve li ser bingehê zaravayan û afrandinê ve, li ser xwe têt durist kirin û ew bi rêya perwerdeya xwendingehan û dezgehên ragihandina giştî bi xudan dikeve û pîç pîç ciyê xwe digire. Ev bûyer û hilkeft ne ji bextê şir yê kurdî bi ser zimanê kurdî hatine. Min ev behis bi berferehî û bi zimanê îngilîzî bi anvê »zimanê kurdî, ji zimanekê devokî bo zimanekê nivîsînê« di konferanseka navneteweyî de ku ji aliyê zanîngeha Sorbonê ve di 28/11 1993-ê de û di bin navê »Zimanê kurdî ber bi sala du hezarê« ve hatibû organîze kirin, pêşkêş kir. Min ev semîner bi îngilîzî li gel semînereka din bi zimanê elmanî di bin navê »Kurd, dîrok û kultura wan« di »Civata Kurd li Berlînê« di 19/9 1997-ê de pêşkêş kir. Ev bûn kurdî û ew bi tîpên latînî ji aliyê weşanxaneya »Avestayê« ve li Stenbolê, di yek cildî de, di bihara îsal de hatin belav kirin.

Rast e, ev zaravaya ku bi şaşî bi »soranî« hatiye bi nav kirin di sedsala derbasbûyî de, bi taybetî di pêncih salên dawiyê de, bi xizmeta ferdan, heta hedekî pêşketiye, lê negehiştiye wê çendê ku bibe standard, da ku bi ser 40 milyon kesan de bêt sepandin. Bi taybetî, çimkî 20 milyon kurd hene nikarin bi vê rênivîsa ku ev »soranî« pê dihêt nivîsîn bixwînin bo ku bikarin li gel rabihên û tam bikin wê wêjeya bilind ya ku bi vê zaravayê hatiye nivîsandin. Evca ew çawa hînî wê bibin? Hînbûna wê rênivîsê jî ji bo xelkê bakûr di roja îro de nabe.

Hêjayî gotinê ye, her piştî belavbûna ricanameya wan 53 kesan ku dabû karbidestên hikûmeta Hewlêr û Silêmanî û Dihokê û hizban, hejmareka nivîsaran di wî warî de belav bûn, ku hinek ji wan ji bo piştgirîkirinê bû ji wê ricanameyê û di beşekî ji wan de heta heqaret li xelkê bi rûmet û zehmetkêş yê Behdînan û bakûrê Kurdistanê jî hatiye kirin, ev jî astê rewşenbîrî û pileya nîştîmanperweriya wan kesan ku xwe kirine zimanhalê kurdan nîşan dide.

Ez naxwazim li vê derê wan hemî gotinên ne şirîn berçav bikim, lê ez hind dibêjim, ku di nivîsareka dirêj de, ku di çend malperan de hatibû belav kirin, yekî, wek melayên serdemê osmaniyan, ku wan axiftinên xwe bi mebest bi peyivên erebî dixemilandin, vî jî, çavînî nebe, qerf û peyivên xwe yên neçê bi gelek peyivên ewropayî nimandibûn, wek »Ergument« û »Motif« û çi û çi û ji nişkan ve gotinên hinek ewropayiyan xistibûn nav ji bo ku bo me diyar bike ku vî kurê baş xwendewariya ewrupî heye û û şerma hindê jî nekir ku wan yên hizra yekîtiya zimanê kurdî dikin û zimanê kurdî bi yek ziman dizanin û neteweyê kurd bi yek netewe, bi »pan kurdîst« bi nav bike. Ev peyiva »pan kurdîst« bo cara yekê di dawiya şêstên sedsala borî de, sîxurekê savakê yê serdemê şahê lêxistî yê Îranê, bi navê »Makan« di namîlkeyekê de bi zimanê farisî li dijî kurdan, bi navê »Efsanê xelqhay Îran - Efsaneya gelên Îranê« nivîsîbû û tê de ev peyiv li dijî şehîd Evdilrehman Qasimloyî bi kar anîbû ji bo ku bi wî mejiyê xwe yê vala îsbat bike qaşo kurd ne netewe ye, lê belê eşîretek e û zimanê wan zaravayeka farisî ye û wî heta zarê tirkî yê azerî jî bi zaravayeka farisî danabû. Kekê »Ergument«, bazê me, divêt wê bizane ku ev axiftinên wî, ji îraqçîtiyeka bêfehmane wêvetir çi ya din diyar nake û ew axiftinên hinek ewropayiyan, bê bêhin, dixe di nav nivîsara xwe de.

Bila ew bizane ku berî çend salan hizra çaksaziyekê di zimanê elmanî de hat kirin û ji bo hindê germanîstên Elmanya û Nemsa û Swîsra û Luksumburg û Ewstralya û başûrê Efrîqayê jî çend car û çend car kom bûn û di demekê gelek dirêj de suhbet li ser wê kirin ku guhortineka yekcar mezin bikin, lê kesê ew bi »pan germanîst« bi nav nekirin. Ku biryarên wan jî belav bûn hinek xwendingeh pê razî nebûn, di encamê de ew arêşe bi zorî çû ber dadgeha bilind ya Elmanyayê û ew bo demekê baş pê ve mijûl bû û wê guh da raportên gelek bisporan û piştî destkarîkirinê evca biryar li ser da.

Her di wan nivîsaran de, ku nivîskarên wan, çi xwestine û çi nexwestine, axiftinên xwe bi hesteka îraqçîtî yan îslamçîtî ya erebane diyar kirine, dijminahiyeka mezin li hember rênivîsa latînî têt nîşandan û bi nezanîn, hewil didin weha nîşan bidin ku ev zehrîkirina Etaturkî ye. Haya van nezanan ji dîroka rênivîsa kurdî nîne. Rewşenbîrên kurd her piştî Şerê Cîhanî yê Yekê û çend salan berî Etaturkî hizra rênivîsa latînî kiriye. Pêşengên vî karî Rewanşadan Mihemed Başqe (Başege - ku kurdekê feylî yê rewşenbîr bû) û Tewfîq Wehbî û Ehmed Muxtar Caf û Cemal Îrfan û Ehmed Behcet Qeraxî û Bedirxaniyan û diktor Seîdî Kurdistanî bûn (yê dawiyê kurdekê sineyî goranî û ser bi ayînê diyanî bû) bûn. Lê weha bû, dagîrkerên ereb li Îraqê ku erebçîtî û îslamçîtî kiribû yek tişt û ji bo lêdana kurdan bi kar dianî, bi »ergumentê« îslamçîtiyê li dijî rawestiyan û rê nedayê. Hilbijartina alfabêya latînî li şûna alfabêya rojhilatî ji bo nivîsîna kurdî ne ji ber hindê ye ku kurd xwe ji ereban cida bike yan êdî nikaribe, her wekî ev dibêjin, Quranê bixwîne. Quran bi zimanê erebî ye û diyar e kurd tê nagehin û divêt ji ber hindê ew bibe kurdî û ew bi kurdî bihêt xwendin û bi mejiyekê kurdî bêt lêkdan. Zimanê kurdî jî wekî zimanê erebî xudê afrandiye û ew çi ji zimanên din kêmtir nîne.

Ji bilî wê, ew alfabêya dibêjinê »alfabêya erebî û îslamî« ne alfabêya ereban û ne ya îslamê bû. Alfabêya erebî wekî min berî çil salan gotiye ew di eslê xwe de alfabêya aramî ya cuhiyan bû û paşî bi guhorînekê bû alfabêya erebên senemperist. Ji bilî vê jî ku gelekî bivêt alfabêyekê ji zimanê xwe re diyar bike, naçe wî karî ji ber hezkirin yan kerbvebûnê ji kesekî bike. Xwe heger wê bike ew dînatî ye, wekî dînatiya berhingarbûnê li dijî rênivîsa latînî bo zimanê kurdî bi »ergumentên« vala. Divêt ji bo rênivîsa kurdî alfabêyek bêt hilbijartin ku hînbûna wê sivik û hêsan be û ew li gel dengnasî û rêzimanê zimanî de baş bigunce û xal û çiklên wê kêm bin û wêneyê dengên wê jî li gor ciyê wan di peyivê de nehên guhortin yan gelek kêm bihên guhortin. Wate: ت، ب، خ، ح، چ، ڤ، ف htd. her yek ji wan bi çar şiklan nehêt nivîsîn (di destpêkê de, di naverastê de, di binetayê de, bi tenê û her yek bi rengekê din …), ew alfabêya hêsan û lihevhatî ji zimanê kurdî re alfabêya latînî ye, ne ya aramî. Mi ji bilî vê jî ev demek e ew pêşniyar kiriye ku li şûna c û s yên çikil li jêr ji bo ç û ş ch û sh bihên nivîsandin û dev ji kumên li ser i bêt berdan û li şûna wê i bêt bi kar anîn û ê bi du ee yan bihêt nivîsandin.

Hêjayî gotinê ye, 20 milyon kurdên bakûr ne ew derfet heye û ne rewşeka weha li ber wan vebûye ku ew biçin hînî van tîpên rojhilatî bibin bo ku bikarin nivîsînên xelkê başûr û rojhilatê bixwînin û şehrezayê wan bibin. Ez bi piştrastî dibêjim ku heta alfabêya kurdî li ser bingeha rênivîsa latînî nehêt çêkirin behsê jêknêzîkkirina zarvayan û zimanê standard wekî axiftina li ser deviyê li ber aşî ye. Mebesta min ji vê ew nîne ku em demildest xatra xwe ji alfabêya rojhilatî bixwazin, belkî dibêjim mil bi milê wê alfabêya latînî ya çakkirî (destkarî û bi serûber kirî) bêt peyda kirin û bêt pê nivîsandin.

Ji ber wê, sepandina şêwenivîsînekê wekî standard di wextê niho de û bi taybetî ku gelek karên çarenûssaz li benda kirinê ne, wek: pirsgirêka Kerkûkê û deverên din yên dagîrkirî û piştgiriya xebata neteweyê kurd li rojhilat û bakûr û rojavaya Kurdistanê, rabûna xelkê herêma başûr li dijî gendeliya îdarî û hewildan ji bo nasandina Enfal û çekê kîmyewî di komkujiyên li dijî kurdan de û diyarkirina helwêsta kurdan li ser peyamnameya zêrevaniyê ya ku Emerîka dixwaze li gel Îraqê çê bike û bergirîkirin li dijî bombebarnkirina sinûrên başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîmên tirk û faris ve û berhingarbûna li dijî reşekujiya jinan û … htd., ev mijûlkirina xelkê Kurdistanê bi pirsgirêka zimanê standard, bê ku çi amadekariyek jê re hatibe kirin, ji bilî ziyanê  çi encameka din jê nabe.

Xwe hege hemî kurd li Îraqê yan li Îraqê û Îranê bûna dê ev şêwenivîs li gel hinek çaksaziyan karibû bibûya zimanê standard. Herçend e zaravayên din jî di van herdu welatan de hene, lê rênivîs li herdu aliyan yek e û ev demekê dirêj e jî ev şêwenivîsîn li herdu aliayn têt bi kar anîn. Xwe heger wehabûya û kurd hemî di nav sinûrên yek dewletê de bûna û hemî şehrezayên yek alfabê û yek rênivîsê bûna û yek zarava zimanê zanist û teknîk û huner û wêjeyê bûya û yên din jî devok (serincÇ: devok peyiveka din e bo demokî dev/dem e) bûna, hîngê jî ew zarav dikaribû bibe zimanê dîwanî. Lê kurd neteweyekê bê dewlet û dabeşkirî û sinûrên parçeyên welatê wî bi tank û top û leşkeran girtiye û desthilata herêmê »sê bajêr« ji wan sê bajaran zêdetir naçe û wê ev hevde sal in jî çi awirek nedaye ser zimanê kurdî û ev pênc sal in jî li Kerkûkê du core pirtûk û du core perwerde tên peyrew kirin û hizb hizbîniyê û binemalperistiyê dewê kurdan bi timamî tirş kiriye. Êdî ev daxwaza bêserûber ya ji deshilata herêmê re hatiye pêşkêş kirin ji bo ku ew fermanê jê re derbixe, ji bilî xeyaleka vala ne çi tiştê din e. Xwe heger ew bihêt kirin jî, divêt wê gavê kurd bi destên xwe sinûrên ziman û welatê xwe teng bike, wî demî dê zimanê kurdî ber bi »duzimanî« û »çendzimanî« jî biçe.

Heger bi rastî bêt û ew zaravaya navê wê kirine »soranî« bi vê alfabêya niho û bê bikaranîna alfabêya latînî ya reformekirî û bê arîkariya şehrezayên hemî şêwezar û binzaran »zarava û devokan -kulturname« bi ser herêm û kurdan de bêt sepandin û piştê bidin hemî kurdên bakûr û rojava, divêt di wî demî de rejîmên tirk û Sûriye gelek spasiya wan bikin yên ku bûne egera vî karê pir kirêt û pişta xwe dane hevneteweyiyên xwe li bakûr û Enadol û Rojava û ketine ber birakujiya zimanî.

Stalînê terorîst û enfalkerê li dijî kurdan di wextê xwe de ji bo xatira rejîma tirk, alfabêya rûsî bi ser kurdên Kurdistana sor de sepand û nehêla ew bi alfabêya latînî binivîsin, neku kurdên bakûr sûdê ji berhemên kurdên bindestê Sovyetê bibînin. Ev 53 kes, êdî çi ew dizanin û çi nizanin ew gavan her bi wê rêyê de ya ku Stalînî nexşe jê re kêşayî dihavêjin. Xwe eger Celadet Bedirxanî ku niha kevne derwîşên Stalînî dibêjin ew »sîxur« bû, ew alfabêya latînî neafrandibaya û zimanê kurdî bi tîpên aramî yên destkarî tê de kirî binivîsîbaya, da evro kurdên bakûr bê nivîsîn û xwendewariya kurdî bimanan. Ez ji ber hindê li vê derê jî gilî û gazindeyê ji wan mirovên dilsoz dikim, çimkî yên din wekî faris dibêjin »meilum elhal« in, erê baş e ma ne her ev bûn dixwestin marşa Kurdistanê û alaya wê biguhorin? Erê ma min di wê rojê de di heftenameya »Mîdya«yê de ew pêşbînîn nekir ku dê ger hêt ser zimanî û ma min nenivîsî: »herifandina koşka lerizî ya zimanê kurdî ku bi hilketin hema çend stûn û karîte jê li ciyê xwe mane, ji bo vê jî »xudê kerîm e … htd« (nivîsara »zîndûkujî mirdûperist«, Mîdya, hejmar 238, 2/5 2006).

Zimanê kurdî ne bes kurmanciya bakûr û navîn e, lê belê zaravayên goranî - kirmancikî (zazayî) û kurmanciya başûr û lurî (feylî û kelhurî û … htd) û gelek binzar hene, hemî sermayeya vî neteweyî ne û divêt ev hemî bên tomar kirin û ji bo peydakirina zimanê standard sûd ji van hemiyan bêt wergirtin. Min di pirtûka »Wişenamekî êtîmolojyay zimanî kurdî« de ku di 2007-ê de derketiye û ew di malperên »Kurdbûn« û »Kongreya Nşîtîmanî ya Kurdistanê« û »Mîdya« û »Pertokxaneya Kurdî« de heye, pêşniyaza danana ensiklopediyeka zimanê kurdî kiriye ku ew bi rêya înternetê bêt çê kirin û ew hemî zarava û devokan di nav xwe de hembêz bike û hemî neteweyê kurd di duristkirina wê de beşdar bibe. Ji bilî vê jî divêt di hemî xwendingehên despêkê û navincî û piştî navinciyê de li wan ciyên ku di dest kurdan de ne zimanê kurdî her rojê kêmtişt du seetan bihêt xwendin û ew pirtûkên ku tên amadekirin divêt hemî zaravayan bi rêziman û peyivnasînê ve, bi awayekê hevberkar û bi derece derece hînî xwendinkaran bikin.

Evca ku zimanê standard bi awayekê zanayane û li ser xwe û bi li ber çavgirtina aliyên resen yên hemî zarava û devokan û li ser bingehê rêzimanekê yekgirtî hat durist kirin »divêt ev destpêşkarî ye ji abşûrê Kurdistanê serî hil bide« divêt di wî demî de ew di hemî xwendingehan de bêt xwendin û pirtûk bi wî zimanî bên nivîsandin, lê mamoste feydeyî ji zaravayê wan cihên dersan lê didin biînin û bi wan zaravayan babetan ji xwendinkaran re bidin fehim kirin, heta ku zimanê standard bi timamî ciyê xwe di nav civakê de digire. Divêt mamoste bo vê çendê jî berî hîngê bi rêya kursên taybetî ji vî karî re hatibin amadekirin. Kurt û kurmanc; çend sepandina vî şêweyê kurmanciya navîn di vî wextî de û bi vî rengê niho û bi vê rênivîsa nuke karek, kirêt e, qebûlkirina »cotstandardiyê« jî ji netweyê kurd re jehrek e û divêt em xwe ji herduyan biparêzin.

Ev ji pêncih salan pitir e ku çîna bûrjuwaziya hûr ya xwendewarên kurd dersên dijminahiya navxweyî û hizbhizbîniyê û deverçîtiyê dide ber guhên kurdê maflêxwarî, ew bû ya ku kurd gihandine şerê birakujiyê, ku ew di rastiyê de kurdkujî bû (wek kak Mesûd Barzanî berî çend rojan dîrekt îtîraf pê kirî, her çend mixabin ku ew ne yê amadebû berpirsiyariya hindê bêxe stûyê xwe), wî şerê çepel bi hezran kurd bê can kirin û gelek derfetên ku careka din navegerin ji dest kurdan dan. Ew niha jî li ber hindê ne ku ji wê birakujiya canî bikevin ber hilkirina agirê şerê birakujiya zimanî, lê bila ew pişt rast bin ku rê ji wan re nahêt dan û ew destê ji bo hilkirina vî agirî hatiye amadekirin dê her ew bi xwe pê bisoje û dê tif û neileta rojgarê jî ber wî bikeve.

Arêşeya zimanê kurdî arêşeyeka neteweyî ye, neku deverçî û hizbî ye û ew dê bi têkoşîneka zanistane û hişyariyeka rewşenbîrane û canekê neteweyî û desthilateka neteweyî hêt çareserkirin. Ev jî dê di rewşeka li bar de, ne di roja îro de, di rewşa niho ya ku kurd tê de bedbext bûye çê bibe.

~-~-~-~-~-
Têbînî: Ev nivîsara Cemal Nebezî bi du beşan di Rojnameyê de (beşa yekê di hejmara 251-ê di 1/7 2008-ê de û beşa duyê di hejmara 252-ê di 2/7 2008-ê de) û berî wê di hinek malperên Înternetê de hatiye weşandin û Kulturnameyê ew kiriye kurdiya kurmancî.

Your rating: None Average: 4 (1 vote)