you can login to your account or register with kal

‘Kurdê rêwî’ bi latînî derket

Romana Sehîdê Îbo ‘Kurdê rêwî’ ku di sala 1959an de nivisandibû lê di 1979an de bi alfabeya kirîlî derket, bi alfabeya latînî di nav weşanên Avesta de ji nû ve çap bû. Xanna Omerxalî ku kitêb ji kirîlî transkrîpteyî latînî kiriye di pêşgotinê de wiha nivîsandiye: 

‘Di vê romana ku Sehîdê Îbo di sala 1959an de nivîsandiye de ‘emir, rê û rism, urf-‘edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir ‘eyan di destpêka sedsaliya 20an da zelal tê xuyakirin. 

Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana ‘emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay ser text davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.

Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî ‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-‘edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin.’ 

SEHÎDÊ ÎBO (SEHÎDÊ RIZGO ÎBOYAN) 

Di 8ê Gulana sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye. Kolêj û înstîtuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdîatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîşkiyê. Di sala 1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewrûpayê. 17 Kanûna yekê ya sala 1991ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100î ne.

Berhemên wî:

- Terşinek bûyîna pişikê zarokên ‘emrê hetanî yek salî da (monografya, bi zimanê ermenî, 1976)

-  Danasîn bi bijîşkiya zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983).

- Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîşkiyê, bi zimanê ermenî)

- Şîretê doxtir (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî, 1974)

- Siba we xêr (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî).

- Bîst salên din (şi‘r, bi kurdî)

- Quma min (şi‘r, bi kurdî)

- Azadî (şi‘r, bi kurdî)

- Sînem (şi‘r, bi kurdî)

- Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî)

- Kurdê rêwî (roman, 1979) 

Kurdê rêwî

Sehîdê Îbo

(roman)

ISBN: 978-9944-382-56-4

19.5x13, 208 rûpel, 13 YTL

www.avestakitap.com

Your rating: None Average: 5 (2 votes)