you can login to your account or register with kal

Nivîsîna Kurmancî li dadgeha Dihokê qaçax e

Tehsin Navişkî

Sererayî hêrişa li ser kurmanciyê ji layê hindek hişikbaweran ve dihête kirin ku nemîne û devoka (soranî) bi behaneya standerdkirina zimanê kurmancî li ser bihête sepandin. Wesa diyar e gelek kurmancên akinciyên Dihokê ageh ji encamên wêrankar yên vê hêrişê nîne û dibe hêşta têhna hişyariyê jê re peyda nebûye ku bi rêkên şaristanî, hember van core hêrişên neşaristanî rawestin û bergiriyê ji şêwezarê xwe yê makê bikin û nehêlin pîlana wan ser bigire. Girov li ser vê axiftinê, em dibînin sererayî helwêstê lawaz yê hindek rewşenbîrên me hember vê kêşê ku zor bi normalî dibînin ku zarokên wan ji zimanê makê bihêne zirbehir kirin û bi şêwazerekê dî yê li ser sepandî bixwînin! Em dibînin pûtepênekirin û perawêzkirina kurmanciyê li gelek dezgehên me jî ya ber çav e û çarekirin di astê pêdivî de nîne.

Heçiyê seredanekê bibe van core dezgehan, yan şol pê hebe, dê jê re diyar be ku nivîsîna şêwezarê kurmanciya jorî di nav badek û nivîsarên wan yên fermî de, nivîsîneka qaçax e û kar pê nahête kirin û belge jê durist nabin. Rewşa pêzanîn û nivîsînên li forme û (miamaleyên) welatiyan li dadgeha Dihokê yên rojane bi rê ve diçin, baştirîn nimûne ye bo vê axiftinê ku rolê nivîsîna kurmanciyê li vê dezgeha mîrî ya mezin gelek lawaz e; heke em nebêjin nîne.

Heçiyê bi karekê fermî hewceyî vê dadgehê bibe, her ji nav nivîsîngehên (erzûhalçiyan); heta digehte beramber kursîkên dadwer û fermanberan, dê jê re diyar be ku ew formên (miameleyan) yên welatî pêdivî pê bibe, hemû bi devoka (soranî) hatine çap kirin û zimanê pêzanînên fermî pê dihêne pir kirin, her (soranî) ye yan (erebî) ye. Rolê şêwezarê makê (kurmancî) di prosesa rêvebirina (miameleyên) welatiyan de bi tinê rolekê zarekî ye. Me li wê derê dît heta qanûn û biryar û nivîsarên li ser kêşên dadgehê jî heyîn bi zimanê (erebî) dihêne xwandin û (kurmancî), wek tekst û nivîsîn, fermî qaçax e û dibe nahêt dîtin.

Dibe min bi xwe li vê rê, derbarey vê kêşê gelek gazinde ji dadgehê nebin, hindî min ji layenên peywendîdar bi vê kêşê ve heyî hebin; ku heta nuke ev layene xemsar mane û neşiyane bi kêmasî hindek xolên kurdîkirinê bo fermanberên vê dezgeha mezin û her dezgeheka dî ya wekî wan kurmancî tê de qaçax vekin.

Ya bi sanahîtir, dibe çi layenan xem jê nexwariye van formên bi (soraniyeka) hişik û bi zehmet hatine dariştin werbigêrine (kurmanciyeka) sivik ku hemû têbigehin, da xelk bizane em jî ji bo miriyê xwe hindek rondikan dibarînin, da ew jî pişikdariyê di barandina rondikan de bikin.

Têbîn: Ev nivîsa Tehsîn Navişkî di hejamar 140-ê ya rojnameya Awêneyê de belav bûye û Kulturnameyê ew aniye ser alfabêya latînî. Tehsîn Navişkî romannivîsekê başûrê Kurdistanê ye û ew bi kurmancî dinivîse. Heta niha ev herdu romanên wî derketine: »janên sînahiyê«, 2005-ê û »Çavê sîtavkê«. 2007-ê  û herdu jî ji nav weşanên Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê derketine û çapxaneya Hawarê li Dihokê ew çap kirine. Ew berdewam di rojname û kovarên kurdî li başûrê welatî de dinivîse

Cavkani: Kulturname.com

 

No votes yet

In focus articles